Necat Hazar,Sayim Harmancı,Şener Toktaş
06 Adar 2022•Rojanekirin: 08 Adar 2022
Li Wan, Hekarî û Bidlîsê berf û bagerê rêya 125 cî û waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 80 cî û waran girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11em a Rêbejan jî di rêya Wan û Bahçesarayê da xebatên firehkirina rê didomînin.
Berfê li Hekariyê rêya 15 gund û mezreyan û li Bidlîsê jî rêya 30 gund û mezreyan girt.
Ekîb ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.