Hilmi Tunahan Karakaya,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
06 Adar 2022•Rojanekirin: 08 Adar 2022
Li Erzirom, Qers û Erdexanê piştî barîna berfê sir û serma çêbû.
Li navenda Erziromê bi tesîra sir û seqemê rê û peyarêyan qeşa kişand.
Bi baniyên avahî û kargehan va şembelîlk, li ser dar û beran qiravî çêbû, ava şadirvanên hin mizgeftan qerimî.
Li Erdexanê piştî ku berf barî, li deverên bilind xebatên vekirina rêyan dest pê kir.
Ekîbên rêbej û îdareya taybet li deverên ku berf lê barî û bager rabû, xebatên xwe didomînin.
Li Qersê jî rê û peyarêyan di sir û seqemê da cemed girtin.
Ekîbên şaredariyê rê xoyê kirin, ekîbên Midûriya Herêma 18em a Rêbejan û Îdareya Taybet a Bajêr jî ji bo vekirina rêyan dixebitin.