Necat Hazar,Sabri Yıldırım,Şener Toktaş,Sayim Harmancı
20 Adar 2022•Rojanekirin: 21 Adar 2022
Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê berf û bagerê rêya 961 cî û waran girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 318 taxan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan û ji bo paqijkirina berfa ser kuçe û kolan û peyarêyan dixebitin.
Li navçeyên Îpekyolu, Edremît û Tuşbayê jî ekîban berfa ser peyarêyan avêt.
- Hekarî
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 196 gund û mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 114em a Rêbejan jî li herêmên ku di berpirsiyariya wan da ne, berf avêt.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir, berfê rêya 199 gundan girt, ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî li nav bajêr berfa kuçe û kolanan davêjin, li ser peyarêyan berfê vedirojin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê berf û bagerê rêya 248 gundan girt.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyên gundan ekîb dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî li navenda bajêr xebatên avêtina berfê didomînin.
Berf û bagerê li Erzirom, Erdexan, Agirî, Qers û Îdirê rêya 2 hezar û 222 cî û waran girt
Li Erziromê çend roj in berf dibare û bager radibe, di çûyîn û hatinê da tengasî çêdibe.
Li deverên bilind ên bajêr bagerê rêya 1421 tax û mezreyan girt.
Ekîbên şaredariya Bajarê Mezin, ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Berf û bagerê li Agiriyê rêya 362, li Qersê rêya 240, li Erdexanê rêya 157, li Îdirê jî rêya 42 gundan girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.