Ali Çelik
14 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2024
Li Wanê piştî ku berf barî mekanên dîrokî bi berfê nixûmîn.
Keleha Wanê ya ji heyama Urartiyan heta niha maye û ji gelek şaristaniyan ra mazuvanî kiriye, Bajarê Kevn ê Wanê ya li başûrê kelehê û mizgeftên dîrokî bi berfê nixûmîn.
Mizgefta Mezin, Minareya Sor, Mizgefta Ebbas Axa û Xana Husrev Paşa yên bi berfê nixûmîn dîmenên xweş derxistin holê.
Dîmenên herêma ku bi berfê nixûmiye bi dronê hatin kişandin.