Haydar Şahin
26 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2020
Li Çaldirana navçeya Wanê ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî bi şev û bi roj xebatên xwe didomînin û ji ber sermayê tengasiyê dikişînin.
Li taxa Suverenê ya germahiya hewaya wê dakete 39 pileyên binê sifirê ekîbên paqijkirina berfê yên şaredariyê ji ber ku depoya mazotê ya 2 makîneyan cemidî navber dan xebatên xwe.
Ligel hemû midaxeleyan makîne nexebitîn li ser vê ekîban ji rayedaran alîkarî xwestin.
Ekîbên piştgiriyê hatin herêmê, depo germ kirin û makîne ji nû va dan xebatê.
Ekîb ji bo vekirina rêyên taxên navçeyê xebatên xwe didomînin.