Necmettin Karaca
14 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2021
Li Erdîşa navçeya Wanê, hilberînerên xwedî rez, ji tiriyên tamresen dimsê organîk çêdikin.
Li Taxa Salihiyeyê ya navçeyê bi salan e tirî dema digihîjin tên berhevkirin û bi rêbazên edetî jê dims tê çêkirin û bo parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê tên şandin.
Ava tiriyên guvaştî li ser agirê kuçik, di sîtilên paxir da bi saetan dikele û her wiha piştî rêwîtiyeke zehmet dibe dims û diçe ser sifreya taştê.
Endazyarê Ziraetê Ahmet Mesut Ozlek ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li navçeyê ji tiriyên ku dîroka wê vedigere serdema Urartuyan, bi hezaran sal e bi rêbazên edetî dims tê çêkirin.
Ozlek bal kişand ku dims bi awayekî xwezayî tê çêkirin û wiha dewam kir, "Em tiriyên Erdîşê hem ji bo xwarinê difiroşin û hem jî jê dims çêdikin û difiroşin. Di çêkirina dims da em tu madeyeke têkel û cuda bi kar naynin. Em bi temamî organîk çêdikin."