Jiyan

Jinên Agiriyê seba zivistanê bi zibare rişteyê dibirin

Abdullah Söylemez  | 14.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Jinên Agiriyê seba zivistanê bi zibare rişteyê dibirin

Ağrı

Li Agiriyê jin seba zivistanê bi zibare rişteyê dibirin.

Li gundê Tokluya Jêrê ya navçeya Taşliçayê (Avkevir), jinan bi hatina payîz ra bi zibare dest bi birîna rişteyê kir.

Jin li ser zeviyên kêleka çem û di nav baxçeyên fireh da dicivin, bi hevîrê ku rojek pêş da distirên û seba hilhatinê datînin va rişteyê dibirin.

Jinên herêmê hevîr li makîneya rişteyan dixin û paşê rişteyê li ser şirîtan radixin da ku ziwa bibin.

Rişte piştî ku li ber tavê ziwa dibe, ser sêla ku didin ser agirê êzingan tên qelandin. Ji bo ku neşewitin jî timî tên tevdan, paşê tên pakêtkirin û seba zivistanê tên hildan.

Ji jinan Sebîle Demirciya 58 salî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew çêkirina rişteyê ji diya xwe û mezinên xwe fêr bûn.

Demirciyê diyar kir ku rişte herî zêde zivistanê tê xwarin û pir jê tê hezkirin û wiha dewam kir:

"Dayikên me çawa rişte çêkirine, em jî mînanî wan çêdikin. Em ar eleg dikin û paşê hevîr dikin. Em nêzî 60 hêkan di nav hevîr da dişikênin. Piştî ku em hevîrê xwe distirên, hevîr rojekê disekine. Îro jî hewa pir xweş e, me jî bi cînarên xwe ra dest bi çêkirina rişteyê kir. Em hevîrê hilhatî dixin girik, paşê davêjin makîneyê û li ser şirîtan radixin da ku ziwa bibe. Rişte di saetekê da ziwa dibe. Paşê em li ser agir diqelînin û dibin malê û dipêjin. Heke hewa xweş bibe, em her sal van deman dest bi çêkirina rişteyê dikin. Em qismekî rişteyê ji zarokên xwe ra dişînin Stenbol, Îzmir û Enqereyê."

Ji jinan Çîçek Demirciya 61 salî jî got ku wan berê bi kêrê rişteyê dibirîn, van salên dawîn makîne derketine û ew bi makîneyan dibirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın