Necmettin Karaca
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 27 Sibat 2025
Li Çaldirana navçeya Wanê, berfa ku di çend rojên dawîn da tesîra xwe nîşan da, cihê xwe da sir û seqemê.
Li Çaldiranê serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li herêma ku par di sibatê da germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 33 pile hatibû pîvan, li Taxa Bezirxaneyê ya li Deşta Çaldiranê kanî qerimîn.
Li Taxê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da daket heya 20 pileyan. Li deverê dar û têlên ceyranê qiravî girt û ji ber mijê jî mesafeya dîtinê kêm bû.
Welatî Mehmet Şirin Tançoban ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li taxê seranserî zivistanê germahiya hewayê di bin sifirê da ye.
Tançoban bal kişand ku cilên şûştî yên li derva raxistî diqerisin û wiha dewam kir, "Li vir jiyan pir bi zehmet e. Komir, êzing têrê nakin. Pir sir û serma ye. Em nikarin heywanên xwe derxin derva. Her wiha meriv li derva ji 10 deqîqeyî bêtir nikare îdare bike."
Caner Tançoban jî wiha got, "Ji ber ku pir sar e, em timî sobeyê dadidin. Her wiha wextê razanê em 3, 4 lihêfan diavêjin ser xwe. Heger na meriv germ nabe, bi rastî jî pir sar e."