Haydar Şahin
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku li Tûnceliyê di mehên ewil ên îsal da bi saya tevdîrên ku hatin sitandin qezayên trafîkê yên ku tê da meriv mirin çênebûn.
Midûrê Şaxa Kontrol û Tescîla Trafîkê ya Midûriyeta Ewlekariya Tûnceliyê Îsmaîl Çelîk di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber girîngiya ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dide ewlehiya trafîkê bi telîmata Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê trafîka li bajêr îdare dikin.
Çelîk destnîşan kir ku xebatên xwe bênavber didomînin, îsal di 10 mehên ewil da bi tevahî 71 qeza çêbûn û di qezayan da 137 kes birîndar bûn.
Çelîk got ku Waliyê Tûnceliyê Tuncay Sonel û Midûrê Ewlekariya Bajêr Dogu Ateş ji bo pêkanîna rê û rêzikên trafîk hesas tev digerin û wiha pê da çû:
"Ji ber ku gelê bajarê me xwendî ye, guh dide rê û rêzikan, ekîbên me xebatan didomînin, welatî hesasiyetê nîşan didin û em jî bi şaredarî û ekîbên rêbejayê ra di kordinasyonê da dixebitin ev 10 meh e li bajêr qezayên bi mirin çênebûn."