İbrahim Atmaca
17 Hezîran 2019•Rojanekirin: 18 Hezîran 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê birûskê li konekî zozaniyan xist û jinek kuşt.
Li gor agahiya ku hat hildan, tavî û teyrok çêbû û li texma Zozanê Girên Sor ê gundê Gedîka Berê li koneke ku Pamuk Çelîk (50) tê da bû xist.
Malbata jinikê cab da cendirme û ambulansê.
Ekîbên tenduristiyê dema ku xwe gîhandin cihê bûyerê, tesbît kirin ku Çelîk miriye.
Cinazê jinikê birin morga Nexweşxaneya Entegreyê ya Navçeya Ovacikê û hat gotin ku wê ji bo otopsiyê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.