Li Tetwanê çalakiyeke sînemayê hate lidarxistin
Bitlis
Li Tetwana navçeya Bidlîsê ji bo kursyerên Navenda Piştgiriya Malbatê çalakiyeke sînemayê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku ji aliyê Weqfa Alîkarî û Hevgirtina Civakî va hate lidarxistin da, kursyerên jin fîlma "Yan Yana" (Li tenişta hev) temaşe kirin.
Buşra Çîçeka ku li navendê dixebite, got ku ew bi 120 kursyeran beşdarî çalakiya sînemayê bûn.
Çîçekê diyar kir ku ew tenê bi qursên pîşeyî û perwerdehiya derûnî ve sînordar nabin û got, "Em ji bo kursyerên xwe bi berdewamî çalakî û fealiyetên cûda yên kêfxweş li dar dixin. Em bi çalakiyên wekî şano, sînema, firandina bafirok û çandina daran, sala malbatê bi çalakiyan tijî, derbas dikin. Ev jî bû çalakiya dawî ya salê û gelek beşdarî tê da çêbû.
Yek ji kursiyeran Asli Turelê got, "Ev cure çalakî ji bo me pir sûdmend in. Ez dixwazim ji bo piştgiriya wan spasiya qaymeqamê me û her kesê beşdar bikim."
