Jiyan

Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewa sar e

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Günay Nuh, Anıl Aydın  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewa sar e

Kars

 Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewa sar e.

Li Qersê bi şev germa hewayê 11 pile di binê sifirê da hat pîvan, golan di hişkiyê da cemed girt.

Piştî ketina berfê xaniyên zozanan di binê berfê da man û dîmeneke xweş derxistin holê.

Li Sarîqamişa ku sir û seqem lê dewam dike jî ekîbên şaredariyê berf verotin û cemed şikandin.

Li Erdexanê jî li tevahiya bajêr berf carinan dibare, hin dever bi berfê spî bûn, li hin deran cemed çêbû.

Cemedê rûyê Çemê Kurayê pêça, werdekên beyanî yên ku hatin ser çem, li xwarinê geriyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın