Jiyan

Li Sêrtê 2 şikbarên ku di zikê heywanan da 54,6 kîlo hişbir veşartin, hatin girtin

Emrullah Cesur  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Li Sêrtê 2 şikbarên ku di zikê heywanan da 54,6 kîlo hişbir veşartin, hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand li Sêrtê 2 şikbarên ku di zikê heywanan da 54,6 kîlo hişbir veşartin, hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê diyar kir ew çi dikin bila bikin, têkoşîna li dijî bazirganên hişbirê bênavber dewam dike û wê dewam jî bike.

Yerlîkaya diyar kir Midûriyetên Şaxên Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîk ên Sêrt û Hekariyê û tîmên Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê ya Hekariyê operasyoneke hevpar kirin.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand di operasyonê da li navçeya Baykanê wesayîtek hat sekinandin û di dorseya wesayîtê da li ser zikê hin heywanan şopên dirûtinê hat tesbîtkirin.

Yerlîkaya got di lêkolînê da hat dîtin ku 54,6 kîlo hişbira metamfetamîn di zikê 29 heywanan da hatiye veşartin û ji ber vê 2 şikbarên bi navê R.M. û K.Y. hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın