Li Dîyarbekirê di kargeheke ku penêr lê tê çêkirin da teqîn çêbû, 6 kes birîndar bûn
Diyarbakir
Li Çermika navçeya Dîyarbekirê di kargeheke ku penêr lê tê çêkirin da teqîn çêbû û jê 2 giran, 6 kes birîndar bûn.
Di kazana kalorîferê ya kargeha ku penêr lê tê çêkirin ya li taxa Bintaşê ya gundewarî da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, teqîn çêbû.
Li ser cabdayînê cendirme, ekîbên agirkujî, Tenduristiya Bilez a 112yê û Lêgerîn û Xelaskirinê ya Şaredariya Çermikê çûn cihê bûyerê.
Di teqînê da jê 2 giran, tevahî 6 kes birîndar bûn.
Ekîban birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermikê, 2 birîndarên ku rewşa wan giran e sewqî nexweşxaneyên li Diyarbekirê kirin.
Ji ber teqînê dîwarên kargehê hilweşiya û xisar çêbû.
Ekîb li kargehê xebatên lêkolînê didomînin.
Qaymeqamê Çermikê Adem Karataş hat cihê bûyerê û der barê mijarê da ji rayedaran agahî hilda.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
