Jiyan

Li Stenbolê barana zêde bû sedema tengasiyê

Erol Değirmenci  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 08.12.2025
Li Stenbolê barana zêde bû sedema tengasiyê Saffet Azak

Istanbul

Li Stenbolê ji ber barana zêde, li Şîşlî û Uskudarê li ser rêyan golên avê çêbûn, hin kargeh û avahî jî di binê avê da man.

Piştî ku Walîtiya Stenbolê ji ber barana zêde hişyariya meteorolojiyê ya ku koda wê zer e da û got li tevahiya bajêr barana gur wê bibare, bi şev baraneke zêde barî.

Ji ber baranê li hin herêman golên avê çêbûn, şofêran wesayîtên xwe bi zehmetî ajotin û welatî jî bi zehmetî çûn û hatin.

Li Çengelkoya Uskudarê ji ber ku rogar xitimî, rêyek di bin avê da ma.

Şofêrên ku bi zehmetî çûn û hatin dîmenên vê keliyê bi telefona destan kişandin.

Li Şîşliyê jî hin mal û kargeh di binê avê da man. Li ser cawdayînê ekîbên agirkuj û ÎSKÎyê çûn alîkariyê.

Li Taxa Merkezê jî wesayîtek di avê da asê ma, şofêr jê peya bû, wesayît kişandin û birin.

Kêliya ku wesayît di avê da asê ma bi kameraya telefonê ya destan hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın