Muhammed Gencebay Gür
26 Mijdar 2023•Rojanekirin: 27 Mijdar 2023
Li Stenbolê ji ber ba û barana gur banê xaniyan firiya û xisar gihîşt hin wesayîtan.
Serê sibê germahiya hewayê dakete binê 10 pileyan, bayekî xurt hat û baran barî.
Li navçeya Kagithaneyê li kuçeya Semaviyê ya li ser Taxa Talatpaşayê û li navçeya Pendîkê li kuçeya Akayê ya li ser Taxa Çinardereyê saca li ser banê hin xaniyan firiya.
Perçeyên ketin jêrê zirar dan wesayîtên li kolanê.
Li ser cabdayînê ekîbên agirkujê hatin û melzemeyên ketine erdê paqij kirin.