Şükrü Gündüz,Alper Korkmaz,İbrahim Halil Aktürk,Zafer Arslan,Muhammed Gencebay Gür,Abdülkerim Güzel
01 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2023
Li Stenbolê ji ber mij û dûmanê li hin cihan mesafeyê dîtinê gelekî ket.
Li bajêr ji ber mij û dûmanê serê sibê Tengava Stenbolê ji bo hatin û çûyîna keştiyan hat girtin, hin seferên keştiyan hatin betalkirin.
Di hatin û çûyîna rêbejayê da jî ji ber mij û dûmanê li hin cihan mesafeyê dîtinê gelekî kêm bû.
Şofêrên li ser Otorêya TEMê taxa ÎSTOÇê û otorêya D100î ber bi Florya, Kuçukçekmece û Sefakoyê diçûn ji ber mij û dûmanê bi zehmetî çûn.
Tesîra mij û dûmanê li Başakşehir, Avcilar, Esenyurt, Buyukçekmece, Bagcilar, UskUdar, Kadikoy, Çekmekoy, Beykoz, Sultanbeylî û Pendîk di serî da li gelek cihên bilind û peravên behrê çêbû.