Li Şirnexê zarokê ket Çemê Dîcleyê winda bû
Şırnak
Li Cizîra navçeya Şirnexê zarokê ji bo ku şimika xwe hilde ket Çemê Dîcleyê winda bû.
Li Taxa Konakê Ahmet E.yê 10 salî dema li qeraxê Çemê Dîcleyê digeriya ferê şimika wî ket çem.
Zarokê ji bo ku şimika xwe ji avê derxine ket çem piştî demekî bi avê da çû û ji ber çavan winda bû.
Hevalên zarokê xeber dan kesên hawirdor û welatiyan li Ahmet E geriyan.
Xebatên lêgerînê encam nehat bidestxistin û ekîbên Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) û ekîbên lêgerîna binê avê yên ku sewqî cihê bûyerê kirin xebat kirin.
Piştî tarî ket erdê navber dan xebatan.
Hat hînbûn ku dê sibê ekîbên Amîriya Koma Noqav ên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr a Bidlîsê û Lêgerîn û Xilaskirinê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Diyarbekirê jî beşdarî xebatên lêgerînê bibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
