Li Adiyemanê vê heyamê nêzî 650 tonî hingiv hat hilberîn
Adıyaman
Li Adiyemana ku yek ji navendên girîng ên hilberîna hingiv e vê heyamê biqasî 650 tonî hingiv hat hilberîn.
Li bajarê ku ji 90 hezat kewarên ku biharê derdixînin zozanan 650 ton hingiv hat rakirin bi sarbûna hewayê ra mêşvan kewarên xwe anîn gundan.
Mehmet Yaşar Yîgîtê Serokê Yekîtiya Mêşvanên Adiyemanê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku heyam bi dawî bû û mêşên xwe ji zozanan anîn.
Yîgît got ku heyameke bi ber û bereket derbas kirin û axaftina xwe wiha domand:
"Em hatin daiya heyama sala 2025an. Me mêşên xwe ji zozanan anîn û lserguhiya payîzê dikin. Em ê ji niha pê va bêyî ku midaxele bikin mêşên xwe dê ji bo zivistanê amade bikin. Li pergala me ji hezarî zêdetir mêşên li ser me qeydkirî hene. Niha em li tevahiya Adiyemanê gihaştin 92 hezar kewarî."
Yîgît qal kir ku îsal ji ber tesîra ba û şert û mercên hewayê rekolte piçekî ket û got ku "Îsal me serê kewarê 5 yan 7 kîlo hingiv rakir. Salên borî me 8 yan 10 kîlo radikir."
Yîgît da zanîn ku li tevahiya bajêr nêzî 650 tonî hingivê Adiyemanê hat hilberîn û wiha axivî:
"Floraya dewlemend û cureyên giya û kulîlkên zozanên Adiyemanê hingivê me ji hingivên din cihê dike. Di analîzan da tê dîin ku nirxên enzîmê ji ser nîvendiya Tirkiyeyê ye. Di testên ku me salên dawîn çêkirin da nirxa prolînû di navbera 1368 û 1517an da diguhere. Ev kalîte û tebiîbûna hingivê me bi awayekî eşkere nîşan dide."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
