Muhammet Kurşun
19 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
IGDIR
Hunermendê mehellî yê Îdirê Latîf Ayyildiz ji bo êş û azarên însan li Rojhilata Navîn û alema Îslamê dikişînin hilkişiya ser çiyayê bilind û strana xwe got.
Ayyildiz di 2 metro berfê de derket serê Çiyayê Zor yê 3 hezar û 196 metro û strana xwe ya bi navê "Di zorê de me" stirî.
Ayyildiz ji bo strana xwe ji tîmên Çiyayê Agiriyê û Komeleya Sporên Tebîetê û Çiyageriyê arîkarî xwest.
Hunermend di şert û mercên giran de ku 2 metro berf li erdê bû hilkişiya û gihîşte serê Çiyayê Zor ku bilindiya wî 3 hezar û 196 metro ye.
Hunermendê maceraxwaz ji peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re got ku ew ji bo balkişandina ser êşa xelkê Rojhilata Navîn û alema Îslamê bi vî karî re rabûye.
Wî got: "Navê strana min ez di Zorê de me. Ez dixwazim bi vê stranê gazî dinyayê û welatên Misilman bikim. Armanca min ragihandina zilma Rojhilata Navîn e bo hemû dinyayê."