23 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
MARDÎN
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê li herêma nêzî sînorê Sûriyeyê bi beşdarbûna 21 gundan va tûrnûvaya fitbolê hat lidarxistin.
Li Sûriyeyê şer ji aliyekê va didome û li aliyê Tirkiyeyê va jî hizûr hakim e. Li Kiziltepeyê di navbera gundan da tûrnûvaya fitbolê hat organîzekirin.
Bi piştgiriya Midûriya Ciwanî û Sporê ya Bajarê Mêrdînê va ji 21 gundan cotkar, esnaf û karmend û kesên ku karên curbecur dikin tîm hatin çêkirin û fîkstur hat kifşkirin. Musabaqayan di 11ê adarê da dest pê kir û wê heta 1ê nîsanê bidome.
Tîm Li gundê Tosunluya ku 10 kîlomêtre dûrî sînor e ji bo tûrnûvayê sehayeke ax hat çêkirin û tîm li vê derê dileyîzin.
Gundî bi cil û bergên xwe yên herêmî va tên û eleqeyeke mezin nîşanî pêşbirkan didin.
Organîzatorê tûrnûvayê Suleyman Kiliç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ciwan di serî da ji bo ku welatî bi fitbolê ra eleqedar bibin, wan tûrnûva li dar xist.
Kiliç got ku ji 21 gundan tevahî 22 kes beşdar bûn. Kiliç wiha axivî:
"Eleqeyeke mezin nîşanî trurnuvayê dan. Ji bo fitbolîstan tu sînorê emir nîne. Em nêzî sînorê Sûriyeyê ne lê heta niha tu pirsgirêk derneketin. Em di nav aramiyê de sporê dikin."
- Bi cil û bergên heremî pêşbirkan temaşe dikin
Ji gundê Alakuşê Mehmet Ali Yusuf jî got ku ew bi keça xwe 7 salî hatiye vê derê. Yusuf got ku keça wî dixwaze wî temaşe bike û heta saet 11.00 û 17.00an wê li vê derê bin.
Ji temaşevanan Selman Kiliç jî got ew bi kêfeke mezin pêşbirkan temaşe dikin.