Rıdvan Korkulutaş
04 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2024
BÎNGOL (AA) - Li ser rêya Bîngol û Elezîzê ji ber berfa ku barî û mija çêbû di hatin û çûyînê da tengasî çêbû.
Li gundê Kurucayê ya li ser rêya bejahiyê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê daket 2 metroyan.
Ekîbên Midûriya Şaxa 84emîn a Rêbejayan li ser rê ji bo ku di hatin û çûyînê da tengasî çênebe berfê bi wesayîtan paqij dikirin.
Ji ber berfê gundê Kurucayê çîlspî bû.