Haydar Şahin
04 Gulan 2019•Rojanekirin: 07 Gulan 2019
Li Şemzînana navçeya Hekariyê jinan dest bi amadehiyên "kilora tendûrê" ya di meha remezanê da didin ser sifreyan kirin.
Kilorên ku jin bi taybetî di rojî û eydiyan da li tendûrê dixin li Hekariyê di nav tehmên taybet da cî digirin.

Jin hevîrê kiloran bi rûn distrên, mirtoxeyê dixin nav wan, kunciyên di nav sipîka hêkê da li rûyê wan didin û li tendûrê dixin.
Remziya Karadenîza kilor li tendûrê dixist got, "Em van kiloran bi taybetî di meha remezanê da li tendûrê dixin. Em di paşîvê da kilorên xwe bi xweşavê dixwin."