Jiyan

Li Şanliurfayê zeviya genim a 40 donimî şewitî

Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê agir bi zeviya genim ket û genimê ser 40 donimî şewitî.

İbrahim Atmaca  | 05.07.2020 - Rojanekırın : 06.07.2020
Li Şanliurfayê zeviya genim a 40 donimî şewitî

Şanlıurfa

 Li Sîvereka navçeya Şanliurfayê agir bi zeviya genim ket û genimê ser 40 donimî şewitî.

Li taxa Ustuntaşê ku 20 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, ji zeviyekê dû rabû û kesên ku dû dît, cab da îtfaiye û cendirmeyan.

Ekîbên îtfaiyeyê hatin herêmê ku agir bitemirînin. Cendirmeyan jî tevdîr hildan. Kesên ku di zeviyên xwe da jî dixebitîn, hatin hewarê û bi traktorên xwe midaxaleyî agir kirin. Piştî saetekê agir hat temirandin, lê zeviyeke 40 donim genim şewitî.

Ji şêniyên taxê Emîn Ayata îdia kir ku têle ceyranê qetiya û agir wisa bi tîr ket.

Ayata diyar kir, wan pêşiyê bi derfetên xwe midaxaleyî agir kir û wiha dewam kir, "Me bi kesên derdorê û bi traktoran va xwest ku em agir bitemirînin û pêşî li alavan bigirin, paşê jî îtfaiyeyê hat û agir temirand."

Piştî ku agir hat temirandin, genimê ku neşewitî, bi makîneya dirûnê dest bi dirûna genim kir.

Di vê navberê da têla ceyranê ya ku qetiya jî piştî birîna ceyranê hat berhevkirin û personelê saziya ceyranê têl birin ku temîr bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın