Li Erdexanê bazara heywanên zindî jinûva vebû
Li Erdexanê bazara heywanên zindî ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 13ê adarê da hatibû girtin, dîsa vebû.
Ardahan
Li Erdexanê bazara heywanên zindî ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 13ê adarê da hatibû girtin, dîsa vebû.
Bazara heywanan a li Taxa Ataturk, di çarçoveya pêvajoya asayîbûnê da bi biryara Lijneya Parastina Tenduristiya Giştî ya Parêzgehê vebû.
Ekîban agirê laşê welatiyan pîvan û wisa ew derbasî hundirê bazarê kirin û her wiha welatî hişyar kirin ku pabendî mesafeya civakî bibin. Ekîban maske jî dan welatiyên bêmaske.
Mixtarê Taxa Ataturkê Îbrahîm Ozer diyar kir ku bi vebûna bazarê va firoşkarên heywanan cardin dest bi şixulê xwe kirin. Ozer got ku berî Cejna Qurbanê wergirtina vê biryarê ciyê kêfxweşiyê ye.