Fatih Gazioğlu
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji bo jinên ku hespên pêşwaziyê perwerde bikin, qursa seyîstiyê hat vekirin.
Qurs bi hevkariya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê, Kulûba Jokeyê ya Tirkiyeyê (TJK) û ÎŞKURê bi navê "Li çolterê seyîsên jin tên perwerdekirin" hat vekirin. Qurs li Hîpodroma Şanliurfayê tê dayîn û 14 jinên namzedên seyîstiyê beşdar dibin.
Qurs wê 45 rojan dewam bike û li qursê 169ê wê teorîk, 191 saetên wê jî pratîk bi tevahî 360 saet "Perwerdeya Seyîstiyê ya Moduler ya Pêşwaziya Hespan" wê bidine qursiyaran.
Bi saya vê bernameyê li Tirkiyeyê jimara seyîsên jin yên bilîsans wê zêde bibe.
Nûnera projeyê Kader Sagdiçogluyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ev proje bi hevkariya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê, Kulûba Jokeyê ya Tirkiyeyê û ÎŞKURê ji bilî Şanlıurfayê li Bursa, Îzmir, Edene, Stenbol, Diyarbekir, Kocaelî û Enqereyê jî tê dayîn.