Haydar Şahin
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 10 Mijdar 2017
VAN
Li Wanê 2 bêsûvanên ku heywanên xwe derxistibûn zozanên li Gurpinarê ji bo ku heywanên xwe dîsa bigihînin gom û axilên xwe yên li bajêr di zor û zihmetiyê da rêwîtiya xwe didomînin.
Osman Faran (56) û Gurgun Dînç (65) havînê ji bo ku 350 pezên xwe biçêrînin derxistibûn zozanên li Gurpunarê.

Ji ber ku li çil û çiyan berfê dest pê kir û hewa jî sar bû besûnavav xwestin ku heywanên xwe bînin gom û axilên xwe yên li bajêr. Ji vir 4 roj berê di şertên zor û zihmetî da bheywandaran dest bi rêwîtiya xwe kirin.
Heywandaran amûrên lxwe li hespan kirin û bi kuçukên xwe ra derketin rê û 110 kîlomêtre meşiyan, Hedefa heywandaran ew e ku îro bigihîjin gom û axilên xwe.
- "6 meh e em li zozanan bûn"

Faranê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku heywanên xwe rind xweyî bikin her sal derdikevin zozanên li Gurpinarê.
Faran destnîşan kir ku ev 6 meh e li zozanan bûn û got, "Hin caran hewa zehf xirab bû. Me bi şev û bi roj pezên xwe li çil û çiyan çêrand û nika jî me berî xwe da mala xwe. Di demên niha da xwedîkirina heywanan zehf zor bûye. Bi taybetî di temînkirina yêm da em tengasiyê dikişînin. Me îsal tunebûna kayê jî dît. Ji ber vê gelek heywanên me mirar bûn."
Faran diyar kir ku ew ê hetanî gilanê heywanên xwe di hundir da xweyî bikin û paşê dîsa derkevin zozanan.

- 2 mî di rê da zan
Dînçê heywandar jî got ku pereyê wan ê ku pê wesayîtê bigrin tune ji ber vê macbûr man heywanên xwe çêreçêre şiv kirin û ketin rê.
Dînç got xwediyên wesayîtan ji bo ku heywanan ji zozanan bînin bajêr hezar lireyî dixwazin û wiha pê da çû: "Wesayîtek dikare herî kêm di seferan da bira me ji zozanan bîne. Ev jî 3 hezarî digre. Ev pereya ji bo me zehf zêde ye. Ya rastî dema ku hewa xweş be çêreçêre çûyîna me hem kêrî me tê hem jî kêrî heywanan. Di dema rêwîtiya me da 2 miyên me zan. Ji bo serma li berxên wan nede çi ji destê me tê em dikin. Bi îzna Xwedê em ê îro bigihîjin malên xwe."