Cuma Sarı
17 Nîsan 2023•Rojanekirin: 18 Nîsan 2023
Li Mizgefta Mezin a li ser kolana Hurriyetê, paşîvê Rihê Şerîf ku di nava 63 parçe pîne da hatiye pêçandin, ji sandoqê hat derxistin. Rih kirin nava pêjgîrekê û bi dia û selawatan anîn cihê dîtinahiyê.
Welatî ji bo ku Rihê Şerîf ê di nava fanûsa cam da bibînin, ketin doreke dûr û dirêj. Welatî bi dorê ji pêşiya Rihê Şerîf ra derbas bûn, selewat anîn û dia kirin.
Miftiyê Navçeyê Muhammed Çîçek ji rojnamegeran ra got ku dîtinahiya Rihê Şerîf di roj û şevên bimbarek da çêdibe.
Çîçek qala rêwîtiya anîna Sîwerekê ya Rihê Şerîf kir û wiha got, "Li gor rîwayetê, dema ku Rihê Şerîf ê bimbarek anîne navçeyê, di rê da her ku bêhn vedane, li wir qurbanek şerjê kirine. Ji bo herêmê şandina Rihê Şerîf ji aliyekê va jî seba parastina bajêr û zêdebûna xêr û bereketa bajêr hatiye diyarîkirin."
Çîçek destnîşan kir, roja duşemê mêr dikarin di navbera 08.00-16.00î da, roja sêşemê jî jin dikarin di heman saetan da Rihê Şerîf bibînin û ziyaret bikin.