Cuma Sarı
03 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2021
Li Sîwerega navçeya Şanliurfayê di Mihrîcana Şîre û Kergeyê da bi tiriyan va bastîq û dimis hat çêkirin.
Tiriyên ji hêla Kluba Gerokên Feratê û Komeleya Huner û Zanista Çandê ya Sîweregê va hatin berhevkirin di mîhricana ku cara 5emîn tê lidarxistin da anîn Xana Gumrukê.
Li vir tirî di hewzan da hatin eciqandin, hêk, şîr, mast û ard li ser hat zêdekirin û paşê qasî 4 saetan ew di sitîlan da hatin kelandin.
Piştî ku ew hinekî tîr bû kuncî li ser hat zêdekirin û ew li ser pîneyan hat raxistin û li ber tavê hat raxistin ku ew zîha bibe.
Qaymeqamê Sîweregê Azîz Golbaşi daxuyand salên bê ev mihrîcan wê berfirehtir çêbibe û spasiya kesên ku keda wan di vê mihrîcanê da heye kir.
Serokê Kluba Gerokên Feratê Ferît Akçali jî got li herêmê bastîq û dimis li gor rê û rêbazên berê tên çêkirin û ew hewl didin van hînî nifşên nû bikin.
Akçali wiha axivî: "Me qasî 350 kîlo tiriyên şîreyê berhev kir. Me di nav hewzên ji kevirê bazaltê hatine çêkirin da eciqand. Me paşê ew keland û kire bastîq û dimis. Ev kevneşopiyek e û divê bê parastin."
Endamê Meclisê yê Şaredariya Sîweregê Cumalî Karavar jî got li navçeyên nêzîkî navendê rezên tiriyan kêm bûye lê gundan hê jî dewam dike.