Jiyan

Li Hatayê dimisê ku bi axê tê haveynkirin li ser agir dikele

Burak Milli  | 20.10.2021 - Rojanekırın : 21.10.2021
Li Hatayê dimisê ku bi axê tê haveynkirin li ser agir dikele

Hatay

HATAY (AA) - Li Hatayê çêkirina Dimisê Belen Komurçukuruyê ku bi tirî û axê çêkirin û îşareta tescîla coxrafî hildaye, dest pê kir.

Ji bo çêkirina vî dimsî ji serê çil û çiyan axeke mînanî kilsê tê berhevkirin.

Pişkî ku tirî tên berhevkirin, axa ku mînanî kilsê ye, lê tê werkirin û paşê tê kutan û ava tiriyan tê derxistin.

Ava tiriyan di sîtilan da didin ser agir û hinekî germ dibe û paşê tê parzûnkirin û di sîtileke din da qasî saetekê ser agir tê kelandin da ku tîr bibe.

Ji bo ku sar bibe dimis ji ser agir tê hilan û paşê dixin derdanan û 3 rojan disekinîn.

Piştî ku tîr dibe, êdî dimis tê xwarin.

Şaredarê Belenê Îbrahîm Gul ji nûçegihanê AAyê ra got ku navçe bi qasî taybetiyên dîrokî, bi tehmên xwe va jî ji aliyê welatiyan va tê tercîhkirin.

Gul daxuyand ku Dimsê Belen Komurçukuruyê ya tescîlkirî bi rêbazên kevnare tê çêkirin û wiha dewam kir, "Tehma wê xweş e û ji bo tehma wê li herêma me û welatê me tê ecibandin. Ez bawer dikim ku heke danasîna wê were kirin, ev tehm wê ji nifşên nû ra jî bimîne û neyê jibîrkirin."

Muzaffer Kavukçuyê ku bi çêkirin û firotina vî dimsî debara xwe dike jî got ku çêkirina vî dimsî zor û zehmet e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın