Cebrail Caymaz
19 Tebax 2024•Rojanekirin: 20 Tebax 2024
ŞANLIURFA (AA) - Li Şanliurfayê germahî tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Şanliurfayê ya ji wan bajarên Tirkiyeyê ye ku pileyên herî bilind ên germahiyê tên pîvan, termometreyan 48 pile nîşan da.
Li bajêr welatî li parqan û her wiha li cihên bi keskahî yên li Binkeya Gola Masiyan a qedîm hewl didin xwe hênik bikin.
Her wiha hat dîtin ku hin welatiyan jî bi şemsiye û şewqêyan xwestin xwe ji tîrêjên tavê biparêzin.
Welatiyên li êstgeha navendî ya otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê disekinin jî bi pergala vîzikandina dûkela ava sar va hênik dibin.