Jiyan

Li rojhilatê germa hewayê wê li gor demsalê be

Hat rahihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.

İbrahim Atmaca  | 31.05.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Li rojhilatê germa hewayê wê li gor demsalê be

Erzurum

Hat rahihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê danê sibê hewa wê sayî be, paşê li aliyê bakur ewr wê çêbin. Piştî nîvro jî li derdora Erdexanê ji bo demeke kin tavî û teyrok tê payîn.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm bişev li Îdirê 15, li Erzincanê 6, li Qers û Erdexanê 5, li Erzirom û Agiriyê 4 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 31, li Erzincanê 27, li Agiriyê 24, li Qersê 23 û li Erdexan û Erziromê 22 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın