Li herêma Rojhilata Anadolûyê dê berf bibare.
Li gor agahiya ku ji raydedarên Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê hat bidestxistin tê texmîn kirin ku li heremê ewr car car jî mij û dûman dê çêbibe. Li der dora Qers, Erdexan û derdora Erdexanê dê berf bibara
Li gorî texmîna li Mûş, Hekkarî, Wan û Bîdlîsê binavber dê berh bibare û li heremê dê cemed, mij û dûman çêbibe.
Bi şev hewaya herî sar li îdîr 4, li Wanê 2, li Hekarî, Mûş, Bîdlîs, Ezîrcan û Agiriyê wek sifir, li Erzûrûm û Qersê di bin sifirê de pileyek, li Erdexanê di bin sifirê de 3 pîle hat pîvandin. Germahiya herî zêde jî li Îdîrê 8, li Ezîrcanê 10, li Wanê, li Mûş û Hekariyê 5, Li Erzûrûm, Bîdlîs û Agiriyê 4, li Qers 2 û li Erdexanê wekî 3 pîle hat pîvandin.
Qalindiya berfê li Qersê 13, li Erdexanê 7, li Erzûrûm û Agiriyê 5, li Erzûrûmê 25, li navçeya Sariqamîşê 40 û li Çiyayê Qiziltepeyê 16 santimetro hat pîvan.
Li bajarên ku berfê barî, ekîben Şaredariyê li kolan û taxan dest bi xebatên paqijkirinê kirin.