Li gor agahiya ku ji raydedarên Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê hat bidestxistin herêm di bin hilmegura nizim de ye. Tê payîn ku li herêmê berê sibê pê ve berf û şilope bibare. Li bendê ne ku li herêmê germahiya hewayê de guherîneke mezin çênebe û hat diyarkirin ku bi taybetî li Îdir û Erzîncanê dê baran bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Ardahanê bû, li Ardahanê germahiya hewayê dereceyek di bin sifrê de bû, germahiya hewayê li Erzûrûm, Qers, Agirî û Bidlîsê wek sifir, li Wanê 1, li Îdir û Hekariyê 3, li Erzîncanê 4 û li Mûşê jî wek 5 derece hatin pîvan.
Wisa tê texmînkirin ku bi roj germahiyên herî bilind ên herêmê jî wiha ne: Ardahan û Qers 2, Agirî 3, Erzûrûm 5, Mûş 6, Hekarî û Bidlîs 7, Îdir û Wan 8 û Erzîncan 10 derece.
Sitûriya berfê li Ardahanê gihişt 6 santîmetroyan, Navenda Kaşûnê ya li Cibiltepeyê ya li navçeya Sariqamîşê gihişt 12 santîmetroyê, li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê ya li Erzûrûmê gihişt 15 santîmetroyan li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê gihişt 20 santîmetroyê û li Çiyayê Kopê jî gihişt 22 santîmetroyê.
Li Îdirê ji ber pûke û berfa ku bi şev barî rêyên gundên Lebî û Alçaliya girêdayî navçeya Tûzlûcayê hatin girtin.
Welatiyan agahî dan û li ser vê yekê ekîbên Îdareya Teybet a Bajêr sewqî herêmê kirin. Piştî ku berf sekinî bi 2 grêdaran dest bi xebatên vekirina rê kirin.