Li Çildira ku bi berfê xemilî dîmenên xweş derketin holê
Li derdora Gola Çildira ku zivistanê bi şêwaza Eskîmoyî masîgirî lê tê kirin û mazûmvaniya hejmarek gelek geştiyarên navxweyî û biyanî dike, bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê.
Ardahan
Li derdora Gola Çildira ku zivistanê bi şêwaza Eskîmoyî masîgirî lê tê kirin û mazûmvaniya hejmarek gelek geştiyarên navxweyî û biyanî dike, bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê, barîna berfê ku duh destpê kir û bi derengiya şevê li xwe zêde kir, li navçeya Çildira di navbera Qers-Ardahanê de jî bi bandor e.
Derdora Gola Çildira ku bi taybet mehên zivistanê mazûmvaniya hejmarek gelek geştiyarên navxweyî û biyanî dike, bi sipî xemilî.
Li Gola Çildirê ku zivistanan ser lê bi temamî qeşa lê dixe, masîgir qeşa dişkînin û bi şêwaza Eskîmoyî torê dadihêjinê û masiyan digirin.
Yusuf Ozerê ji welatiyên gundê Akçakaleyê ku dikeve beşa aliyê Ardahanê de anî ziman ku zivistanan gola bi şêwazekî xweşiktir dixemile û geştiyarên navxweyî û biyanî dawetî dîtina vê bedewiyê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.