ARDAHAN
Ugurê piçûk yê ku li Ardahanê dijî ji ber rengên çavên xwe bala herkesî dikişîne.
Sebiyê 5 salî, kurê Tahsîn û Serap Kayayê ku li taxa Ortakenta li navçeya Hanakê rûdinên, bi çavên xwe mirov şaş dihêle. Lewra çavekî wî bi rengê qehweyî ye û çavekî wî jî hêşîn e.
Serapa dayîka Ugurî daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê got ji ber ku rengên çavên wî ji hev cuda bûn em jî ewilî heyirî man lê paşê ji ber eleqeyê em kêfxweş bûn.
Dayîk Kayayê destnîşan kir ku 10 roj piştî çêbûna Ugur, çavên wî ferq kiriye û wiha pê de çû: "Min 10 roj piştî çêbûna wî, vê rewşê ferq kir. Dema ku min ji xizmên xwe re got ewilî ji min bawer nekirin. Lê dema ku bi çavên xwe dîtin êdî bawer kirin. Ev rewş bala herkesî dikişîne. Lewra min berê qet tiştekî wiha ne bihîstibû û ne jî dîtibû. Ev tişta xweş ji aliyê Xwedê ve ji me re hatiye.
Bavê Ugurî Tahsîn Kaya jî diyar kir ku ev cudatî tenê bi kurê wan re heye û eleqeya ku ji ber çavan nîşanî kurê wan didin wan kêfxweş dike. Çavên keça wan Sema Nûra 2 sal û nîvî asayî ye û cûdatiyeke wisa di çavên wê de tuneye.
Bavê Ugurî wiha got: "Me ew bir doxtor, doxtor jî got rewşa wî baş e, tu pirsgirek tuneye. Ji bo ku tenduristiya wî jî baş e, em pir kêfxweş in. Hin kes ji ber rengê çavên kurê min, wî dişibînin pisîka Vanê û hin kes jî pê re wêne dikişînin."