Hilmi Tunahan Karakaya
26 Îlon 2021•Rojanekirin: 27 Îlon 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî wê li gor demsalê di navbera 3 û 4 pileyan da kêm be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa wê perçe û kêm ewrayî be, li aliyê bakur jî dem demî wê zêde ewr çêbibin.
Tê texmînkirin li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 3 û 4 pileyan da kêm be, ba jî wê ji hêla bakur nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku germahiya nava rojê herî zêde li Tunceliyê 25, li Erzinganê 24, li Îdirê 23, li Agiriyê 19, li Erziromê 18, li Qersê 16 û li Erdexanê jî 13 pile be.