Girên Buka Baranê yên li Îdirê bala ziyaretvanan dikişînin
Iğdır
Girên Buka Baranê yên li rojhilatê Tirkiyeyê bi şekl û reng rengiya xwe va bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne ser xwe.
Girên li navçeya Tuzlucayê him bi şeklên xwe û him jî bi rengên xwe yên kesk, zer, spî û mor va dişibin lewheya boyaxê.
Herêma ku girên rengîn lê ne ji ber taybetiya axa xwe xweliyên curbecur li ser xwe dihewîne û ev yek jî ji ber ku di medyaya civakî da belav bû zêdetir balê kişand û niha di nav deverên siruştî yên turîzmê da ji cihên sereke yek e.
Girên reng rengî yên li keviya rêya Îdir-Qers û Erziromê ye bala ziyaretvanên ku diçin dîtina Çiyayê Agiriyê, Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya li Îdirê, Xirbeyên Aniyê yên li Qersê, daristanên Sariqamîşê, Gola Çildirê û Kelha Şeytan a li Erdexanê û Gola Masiyan û Qesra Îshaq Paşa ya li Agiriyê ne, jî dikişîne û ew ev der ji bo wan wek rawestgeheke êdî.
Bi taybetî jî di mehên payîzê da li herêmê hema bêje hemû rengên siruştê yên reng rengî tên dîtin û ji ber vê neqşa xweş jî balê zêdetir dikişîne ser xwe.
Meraqdarên wêneyan, sporvan û hezkirên siruştê tên girên reng rengî ziyaret dikin, ji aliyekî va têra dilê xwe digerin û ji aliyekî va jî wêneyên wan deran dikişînin û behna xwe derdixin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.