Hilmi Tunahan Karakaya
15 Îlon 2021•Rojanekirin: 15 Îlon 2021
Tê payîn ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê li gor şert û mercên demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, aliyê bakur jî wê cî bi cî ewrayî be.
Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 33, li Tuncelî û Erzincanê 32, li Agiriyê 30, li Qersê 29, li Erziromê 27 û li Erdexanê 26 pile tê payîn.