Türkan Tosun
16 Nîsan 2020•Rojanekirin: 17 Nîsan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.
Serê sibê li Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê dem demî baranê bibare, ji nîvro pê va heta êvarê jî wê li tevahiya herêmê baranê rûyê xwe nîşan bide.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji aliyê başûr ba wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 3, li Qersê 4, li Erziromê 5, li Agiriyê 6, li Erzinganê 10 û li Îdirê 12 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germa hewayê ya herî zêde li Îdir û Erzinganê 17 pile, li Agirî û Erziromê 12 pile, li Qersê 10 pile û li Erdexanê 8 pile tê payîn.