Li Rojhilata Anadoluyê sir û seqem
Li Sariqamîşê bi sifirnekên avahiyan va şembelîkên dirêjahiya wan qasî 5 metreyî çêbûn

Ağrı
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya ku di bin tesîra hewaya sar da ye bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da bi 19 pileyan va li Qersê hat pîvandin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, bi şev û ber destê sibehê wê qeşa, cemed û moran hebe.
Wisa tê texmînkirin ku wê ji alî bakur va bayek bê û car caran tesîra xwe zêde bike.
Germahiya hewayê ya herî kêm li Erzinganê 0 û li bajarên din jî di bin sifirê da li Qersê 19, Agiriyê 17, Erdexanê 12, Erziromê 11 û Îdirê jî 4 pile hatin pîvandin.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin ku bila ji ber cemed, mij û pûkê hay ji xwe hebin, bi baldarî û tewdîr bin.
Li Qersa germahiya hewayê di bin sifirê da 19 pile hat pîvandin û di rêyên cemed girtibûn da welatî bi zorê meşiyan û hin welatiyan jî wesayîtên xwe bi betaniya pêçandin.
Xûsika li ser dar û nebatên bajêr dîmenên xweş derxist holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî şembelîkên bi sifirnekên banên xaniyan va qasî 5 metreyî mezin bûn.
Ji ber talûkeya şembelîkan milet ji avahiyan dûr dimeşe û mija li navçeyê qada dîtinê car caran pir kêm dike.
Li Agiriyê jî ji ber hewaya sar rûyê çemê Taşliçayê û gelek çemên din qerisîn û cemed girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.