05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 28 pîleyî va li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmîkirin ku dê li tevahiya herêmê hewayê ewrsayî û ewrawî be, li derdorên Erzirom û Erzincanê êvarê berfê bibare, cemedê çê bibe, cî bi cî jî mij û dûmanê hebe.
Li herêmê germa hewayê herî kêm li Qersê di bin sifirê de 28, li Erdexanê 27, Agiryê 11, Erziromê 22, Îdirê û Ezîrcanê 10, û Tunceliyê pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Erzincanê 2, li Tunceliyê sifir, Erziromê di bin sifirê de 4, Erdexan di bin sifirê de 10, li Agiriyê di bin sifirê de 7 û Qers û Îdirê di bin sifirê de 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 55, li Erziromê 23, li Erdexanê û Qersê 20, li Îdirê 11, li Tunceliyê 4 santîmêtre hat pîvan.
Rayedaran ji bo qerm, cemed û mij, dûmanê hişyarî da.