04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm bi 26 pileyê jêr sifirê va li Qersê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li tevahiya herêmê kêmewrayî, seqem û cemed, cî ciyan jî mij û dûman dê çêbe.
Li herêmê bi şev pileya hewayê ya herî kêm ku di bin sifirê da ye, li Qersê 26, li Erdexanê 23, li Agiriyê 16, li Erziromê 15, li Îdirê 11, li Erzinganê 10 û li Tunceliyê jî 3 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nav rojê germa hewayê jî wê li Ezirganê 2 pile, li Tunceliyê sifir, di bin sifrê da li Erzirom û Îdirê 5, li Erdexanê 7, li Agiriyê 8 û li Qersê jî 9 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 55, li Erzirom û Erdexanê 23, li Qersê 21, li Îdirê 11, li Tunceliyê 9, li Ezirganê santêmek e.
Rayedaran ji bo qerm, cemed û mij û dûmanê hişyarî da ku tevdîr werin hildan.