Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tesîra hewaya sar dewam dike.
Li gor agahiyên ku ji Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind de ye û li bendê ne ku li herêmê şilope û berf bibare. Li herêmê bişev û destê sibê cemed û car caran jî mijê hebe.
Li herêmê bayê ji aliyê başûr û rojavayê başûr re bê û car caran jî bager derkeve.
Li herêmê bişev germahiya hewayê li Erziromê di bin sifirê de 8, li Erdexanê di bin sifirê de 7, li Qersê di bin sifirê de 6, li Agirî û Bidlîsê di bin sifirê de 4, li Îdir û Ezircanê di bin sifirê de 2, li Mûş û Hekariyê di bin sifirê de 1 û Wanê jî 0 pile hat pîvandin.
Wer tê texmînkirin û li herêmê biroj germahiya hewayê li Îdirê 8, li Ezircanê 7, li Wanê 6, li Mûşê 5, li Bidlîs û Hekariyê 4, li Agirî û Erziromê 3, li Qers û Erdexanê pileyek be.
Qalindahiya berfê li Erziromê 4, li Qersê 1, li Erdexanê 5, li Cibiltepeya Navenda Wxeşiqitandinê ya ku li Sarîqamîşa navçeya Qersê ye 16, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 10, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 15, li Çiyayê Kopê 22 santêm hat pîvandin.