Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 22 pileyî ve li Agiriyê û Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Texmîn û Hişyariya Meteorolojiyê, herêm di bin tesîra hulmegura nimiz de ye. Hewayê ewravî be, serê sibê û êvarê jî wê car caran qeşa û mijê çêbibe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Agiriyê û Erdexanê di bin sifirê da 22, li Erziromê di bin sifirê da 14, û li Mûşê di bin sifirê da 11, li Qersê di bin sifirê da 10, li Ezircanê di bin sifirê da 9, li Wanê di bin sifirê da 7, li Îdirê di bin sifirê da 6, li Hekarî û Bidlîsê di bin sifirê de 5 pile tê texmînkirin.
Tê texmînkirin li herêmê bi roj germahiya hewayê li Îdirê 9, li Wanê 6, li Hekariyê 3, li Bidlîsê 2, li Erziromê 0, li Qersê di bin sifirê da 2, li Ezircanê di bin sifirê da 3, li Erdexan û Mûşê di bin sifirê da 7, li Agiriyê di bin sifirê da 8 pile be.
- Meteorolojiyê ji bo şepeyê hişyarî da
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bila cihên bilind ên ku berf heye ji bo şepeyê baldar bin û bê tevdîr nebin.