Li Wana ku zozanên herî fireh yên Tirkiyeyê lê ne, kesên karê heywandariyê dikin, heywanên xwe wextê zivistanê di bin berfê de xwedî dikin.
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê zivistan pir dijwar derbas dibe, kesên ku heywanan xwedî dikin havînê giha ji zozanan diçinin, zivistanê jî li pişta hesp û kerên xwe dikin û tînin didin heywanên xwe.
Welatiyên li taxa Kirkgeçîta girêdayî navçeya Gurpinarê, ji ber berfê nikarin heywanên xwe bibin zozanan, ji ber vê yekê jî li meydana gund xwedî dikin.
Danê sibê welatî pezên xwe ji goman derdixin û dibin meydana gund. Welatî gihayê ku havînê çinîne û li çêregehên ku 2 kîlometre dûrî gund kirine lod, gurz bi gurz bi xizang, pişta hesp û keran tînin didin heywanên xwe.
Kesên ku karê heywandariyê dikin serê sibê heta êvarê bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibin.