Türkan Tosun
15 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê êvarê berf barînê dest pê kir. Ji ber berfê di hatin û çûyînan de zehmetî çêbû û li gelek bajaran germahiya hewayê dakete bin sifirê.
Midûriyeta Şaxa 183 ya Bejahiyê daxuyand ku ji ber berf û bagerê rêya Erdexan û Artvînê û rêya Erdexan û Posofê çûyîn û hatin zehmetî dimeşe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê şofêr bê zincîr, takoz û şirît dernekevin rê.
Li Erziromê jî ji ber berfê rêya 19 taxan hat girtin. Xebatkarên şaredariyê bênavber dixebitin ku rê bên vekirin.
- Germahiya hewayê wê 4 û 6 pile bikeve
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê germahiya hewayê di bin sifirê de li Erdexanê 3, li Erziromê 2, li Qersê pileyek hat pîvandin. Li Agiriyê jî sifir pile, li Erzîncanê 3 pile, li Tunceliyê 4 pile, li Îdirê 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewayê ewrabî be û ber bi êvarê jî baranê bibare. Li Erzincan û Îdirê baranê bibare, li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê berf û baran wek şilope wê bi hev re bibare. Tê texmînkirin ku li herêmê germahiya hewayê wê 4 û 6 pile bikeve.