Türkan Tosun
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barana gur wê heta şev dewam bike.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrayî be, heta şev dereng baran wê bibare.
Germahiya herêmê wê li gor demsalê be, ji aliyê başûr ra jî car caran ba wê rabe.
Germahiya herî kêm a bi şev li Erziromê û Agiriyê 6, li Qersê û Erdexanê 7, li Erzincan û Tûnceliyê 10 û li Îdirê jî 12 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 22, li Tûnceliyê 16, li Erzincanê 15, li Agirî, Erzirom û Erdexanê 14 û li Qersê jî 13 pile be.