02 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2016
MARDÎN
Berfa ku li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê dibare wek xêliyeke sipî navçe xemiland.
Li navçeyê berfa ewil a salê barî û zarok pê şa bûn, derketin derva û bi berfê lîstên.
Hin esnaf û baziganan berfa ber deriyê dikanên xwe paqij kir.
Berf qasî 2 saetan bênavber barî û car caran kêm barî, nika jî hûrik hûrik dibare.