28 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
ANKARA
Di operasyonên li Şirnex û Mêrdînê da 25 terorîst hatin kuştin, 12 terorîst jî teslîm bûn.
Li gorî daxuyaniya ku di malpera Sererkaniyê da hat weşandin, do li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 4 terorîstên ku hewl didan ji herêma operasyonê birevin hatin kuştin, 8 terorîst jî teslîm bûn.
Hejmara terorîstên ku li Navçeyê hatin kuştin gihîşte 494an. Hêzên ewlekariyê keleşkofek girt, 9 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin îmhe kirin. Hejmara teqemeniyên ku hatin îmhekirin gihîşte hezar û 45an.
Li Şirnexê di operasyonê da 17 terorîst hatin kuştin, 4 terorîst jî teslîm bûn. Li navçeyê hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihîşte 462yan.
Hêzên ewlekariyê di operasyonê da 5 keleşkof, rokêtavêjeke RPG û 3 fîşengên wê, 29 fîşengên Zagrosa tivinga nîşangeran, 664 fîşengên keleşkofê û 11 jarjor, bêtêlek, hîltiyek, 2 rûpêçên gazê, 45 amûrên tibî girtin. Wek mayîn 15 teqemenî hatin îmhekirin. Hejmara teqemeniyên ku di operasyonê da hatin îmhekirin gihîşte hezar û 368an.
Wek mayîn hat ragihandin ku terorîstên hewl didan ji operasyonê birevin agir berî 2 avahiyan dan.